Cîhan
Serokwezîrê Îtalyayê dest ji kar kisand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îtalyayê Mario Dragi bi biryarekê dest ji kar kişand û hikûmet hilweşiya.
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Dragi diyar kir: “Bi liberçavgirina dengdana do êvarî ji aliyê Parlamentoyê ve, daxwazê dikim ev rûniştin bê bi dawî anîn. Ji ber ku niha diçim aliyê serokê welat û biryara xwe ji wî re dibêjim.”
Serokkomarê Îtalyayê Serciyo Matarela eşkere kir: “Her wek bi fermî hatiye ragihandin, min hilweşandina hikûmetê pesend kir, ji ber wê li gor destûrê di demê 70 rojên bê de dive hilbijartin bê kirin.”