Serokwezîrê nû yê Iraqê soz da xwepêsanderan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê yê ku li şûna Adil Ebdulmehdî heta hilbijartinên pêşwext hatiye erkdarkirin Mihemed Tewfîq Alawî gotarek pêşkeş kir û soz da xwepêşanderan û gelê Iraqê û got, “Soz didim gelê Iraqê ku bi ti awayî kandîdên wezaretê ji aliyê siyasiyan ve qebûl nakin.”
Alawî da xuyakirin ku ew kar ji bo encamdana hilbijartina pêşwext bi serperiştiya civaka navdewletî û Komisyona Hilbijartinan dike. Serokwezîrê raspartî daxwaz ji xwepêşanderan kir, bi xwepêşandanên xwe berdewam bin, heta bicihkirina daxwazên wan.
Piştî ku di destpêka meha Cotmeha 2019an xwepêşandanên nerazîbûnê li piraniya parêzgehên naverast û başûrê Iraqê destpê kiribûn, Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî nameya destkişandina ji kar pêşkêşî Parlamena Iraqê kir û 1ê Kanûnaa 2019an îstifaya wî hatibû pesend kirin.
Adil Ebdulmehdî heta niha karê Hikûmeta Iraqê wek serokwezîrê veguhêz birêve dibe ku doh 1ê Çileya 2020an Mihemed Tewfîq Alawî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê hat raspartin.