TR KU SO
FB X
Cîhan

Serperestên G7 an hisyariya çekên nukleerî dan Rûsyayê

Admin M
Nivîskar
📅 25 adar 2022 05:00

PeyamaKurd – Welatên endamên G7 an li Belçîkayê li payîtext Brukselê hişyarî dan Rûsyayê da li Ûkraynayê çekên kîmyewî, biyolojîk û nukleerî bikar neyne.

Endamên G7 an, di encama civînê de, daxwuyaniyekî nivîskî dan û hişyariya li jorê dan Rûsyayê. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Rûsya dibêje Ûkrayna xwe amade dike da li hemberê Rûsyayê çekên kîmyewî an yên nukleerî bikarbîne, ew agahî weka agahiyên şaş hatine dayîn û mijarê şermezar kirin.

Di daxwuyaniyê de sergirtî behsa planê Çînê kirin ku dixwaze alîkariya leşkerî û darayî bide Rûsyayê û welatên bi heman rengî kî alîkariyê bide Rûsyayê ku ew alîkarî wê bandora dorpêçan li Rûsyayê kêm bike, wê heman dorpêçan deynin ser wan welatan jî û di mijarê de hemfikrin.

Her weha behsa Rûsyayê hat kirin ku çawa rêvebirî zorê dide ser xelkê xwe, li hemberê xelkê hêza xwe bikartîne û welatên G7 an ji mijarê ketiye nav endîşeyan.

Parve bike: