Sêwirmenda Esad: Tirkiye dagirkere
Şêwirmenda serokê Sûriyê Buseyna Şaban ragihand: Tirkiye niha dagirkere. Şaban li Moskovayê tevli Konferansa di mijara Rojhilata Navîn de ku li Kuluba Niqaşê ya Valdayê dihat kirin, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Di mijara operasyona “Çiqilê Zeytûnê” de Şaban got ku ti şêwrek bo vê operasyonê bi Sûriyê re nehatiye kirin. Şaban got ku wê têkoşîna Sûriyê li dijê Îsraîlê, Amerîka û Tirkiyê dewam bike. Her weha Şaban got ku Tirkiye pêvajoya Astanayê bo Sûriyê îşxal bike bikartîne. Buseyna Şaban weha dewam kir:
“Tirkiye li Sûriyê dagirkere û peymanên Astanayê bicîh nayne. Ankara peymanan bo êrîşkariya xwe veşêre, bikartîne. Kiryarên Tirkiyê û parastina yekîtiya axa Sûriyê ji aliyê Rûsya de, li dijî hevin. Ger problemek derê, wê NATO piştgiriya Tirkiyê bike. Divê Neteweyên Hevgirtî û Konseya Ewlekariyê li dijî vê îşxalê derên. Ji ber ev îşxal dibe sedem ku terorîst li dijî xelkê Sûriyê heya dawiyê şer bikin û nahêle ku Rûsya, Sûriye û Îran li dijî terorê biserbikevin.”