TR KU SO
FB X
Cîhan

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Iraqê: Ewlekariya mîsyonên dîplomatîk "xeta me ya sor e"

Admin İ
Edîtor
📅 07 adar 2026 14:12

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Iraqê Qasim El-Erecî di civîneke fermî de li gel Balyozê Fransayê yê li Bexdayê Patrick Durel tekez kir ku hikûmeta Iraqê ewlekariya hemû balyozxane û mîsyonên dîplomatîk ên li ser axa xwe wekî "xeta sor" dibîne.

El-Erecî diyar kir ku Bexda pêbendiya xwe ya tam ji bo parastina nûnerên biyanî û Erebî tîne ziman û destûrê nade tu cure desttêwerdan an gefeke li dijî ewlehiya wan.

Di vê hevdîtinê de, her du aliyan rewşa aloziya li Rojhilata Navîn nirxandin û li ser hewcedariya kêmkirina rageşiyê li hev kirin.

El-Erecî û Durel bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez ji bo rawestandina operasyonên leşkerî û vegera ser maseya diyalogê gavên pratîkî biavêjin.

Iraq û Fransayê biryar da ku hevkariya xwe ya di warê ewlehiyê de, ji bo piştgirîkirina aramî û aştîya herêmî û cîhanî, xurtir bikin.

Ev peyamên piştrastkirinê yên ji aliyê Bexdayê ve, di demekê de tên ku Herêma Kurdistanê û Iraq ji ber êrîşên komên çekdar ên li ser baregehên leşkerî û binesaziya enerjiyê di bin fişareke mezin de ye.

Parve bike: