Sisi: Ji bo parastina Erebistana Sa’ûdiyê pêwist be dikarin bangî meclisê bikin da bicive
PeyamaKurd – Serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sisi ragihand ku ji bo Erebistana Sa’ûdiyê biparêzin wê her pêngavê bavêjin, eger daxwaz bê kirin dikare bangî meclisê bike da bicive. Sisi her weha behsa wexta karê serokkomariya xwe jî kir û got karê wî yê serokkomariyê di sala 2030an de diqede û dê di destûrê de guherînan neke.
Sisi, axaftina xwe di merasima derçûna xwendevanên akademiya leşkerî de, ya ku li Rojhilatê Qahîre ye de kir. Sisi got ku Misir û Erebistan dilê Ereb û dinya Îslamê ne û ti tehdîdekî li ser ewlehiya Erebistanê û sînorên wê qebûl nake. Sisi dewam kir:
“Ji bo parastina Erebistana Sa’ûdiyê em ê her pêngavê bavêjin. Eger Erebistan ji me daxwaz bike, ji bo meclis erkê bide me, em ê meclisê dawetî civîna lezgîn bikin.”
Sisi, balê kişand ser sala 2013an dema Misir bi talûkê re rû bi rû mabû, sipasiya desteka Erebistanê û welatên Kendavê ya wê wextê kir û got:
“Raste ku ewlehiya netewî ya Misir, Erebistan û welatên Kendavê tev bi hev ve girêdayiye.”
Di sala 2030an de, wezîfa Sisi diqede û ji bo cara sêyem bibe serokê Misrê divê destûrê biguhêre. Lê Sisi got ku wê car din nebe serokkomarê Misrê.