Cîhan
SOHR: Di êrîşa gundewarê Hemayê de 6 kes bûn qurbanî
PeyamaKurd - Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama êrîşeke çekdarî ya nû de li gundê Qahîra yê ser bi deşta Xabê li gundewarê rojavayê Hemayê, 6 welatî bûne qurbanî.
Li gorî zanyariyan di vê rûdanê de 2 welatî ji pêkhateya Murşidî hatine kuştin û 4 kesên din jî bi giranî birîndar bûne.
SOHRê eaşkere kir ku ev êrîşa han ji aliyê du kesan ve ku li ser motorsîkletekê bûn hatiye encamdan.
Piştî rûdanê kujer ji cihê bûyerê reviyane û hîn nasnameya wan an jî sedemên li pişt vê êrîşê bi fermî nehatine eşkere kirin.