Sûdan | Dîktator el Besîr hat girtin, hemû girtiyên siyasî hatin berdan...
PeyamaKurd – Piştî ku îro 11ê Nîsanê piştî xwepêşandanên gel ên 2 mehan, koteda li hemberî dîktatoriya Serokê Sûdanê Omer El Beşîr hat kirin, serokdewletê Sûdanê yê nû jî diyar bû. Piştî serketina kotedayê û hilweşandina rêveberiya El Beşîr gelê Sûdanê dest bi pîrozbahiyan kir.
Wezîrê Bergiriyê yê Sûdanê Ahmed bin Avf li ser navê Konseya Bilind a Leşkerî ragihand ku artêşê dest daniye ser rêveberiya Sûdanê. Avf diyar kir ku piştî du salên rêveberiya demkî dê hilbijartinên giştî li welat bên kirin.
Li aliyê din tevî serketina kotedayê jî hîn bangewaziya berdewama xwepêşandanan li Sûdanê tê kirin.
Hat ragihandin, El Beşîr hatiye girtin û di hepsa malê de ye. Herwiha li Sûdanê 3 mehan rewşa awarte û agirbest hatiye ragihandin ku dê rêveberiya leşkerî jî heta du salan bi awayê demkî li ser kar bimîne.
Televizyona Siûdî Al Arabiyayê jî ragihand ku piştî serketina kotedayê hemû girtiyên siyasî hatine berdan.
Serokê Sûdanê Omer El Beşîr ku 30 sal berê dîsa bi kotedayê hatibû ser kar, bi cenosîdê dihat tawanbarkirin û demên dawî ji ber têkçûna aborî û xizaniyê gelê Sûdanê rabûbû ser piyan ku ji 19ê Berfanbara 2018an ta niha bi xwepêşandan îstîfaya El Beşîr tê xwestin.