TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdan: Wê bi HDK rê muzakere neyên kirin

Admin M
Nivîskar
📅 28 nîsan 2023 03:28

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Sûdanê ragihand ku wê hukumeta Sûdanê bi HDK yê re muzakereyan neke. Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku:

“Serhildêr, tecawuzê mulkên hemwelatî û dîplomatan dikin û hê jî dewam dikin. Çekdarên HDKê agirbesê îhlal dikin, êrîşê mal û mulkên hemwelatiyan dikin, wan weka mertalên zindî bikartînin, dîplomatan dikujin, êrîşê nexweşxanan, navendên tenduristiyê dikin, tehrîbatê dikin, avahiyên welat yên bingehîn xerab dikin, normên hûqûqa navdewletî îhlal dikin.

Em bi wan re li ser masê rûnanên û ji bilî teslîmbûnê ji wan re ti rê tineye.”

Tevî daxwuyaniya wezareta karên derve ya Sûdanê, artêşa Sûdanê ragihand ku bi sedema tehliya xelkên biyanî û dîplomatan yên li Sûdanê, bi navbeynkariya Erebistana Saûdiyê û Amerîkayê, agrbesê 72 siet dirêj kirine.

Parve bike: