Sûdanî : Armanckirina nûnerên dîplomasiyê nayê qebûl kirin
PeyamaKurd - Di derbarê êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê de, Sûdanî daxwazê ji berpirsên ewlehiyê yên welatê xwe kir ku wan kesên ku destên wan di êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê de heye bigirin û bidin dadgehê.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku herwesa Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar e jî, di ragehandinekê de behsa wê yekê kir ku, yarîkirin bi seqamgiriya Îraqê lawazkirina navdariya siyasî ya welatî ye û tevaya wan êrîşên ji bo wan cihan tên kirin ên ku bi qanûnê hatine parastin karên teroristî ne.
Herwesa Sûdanî ragehand jî, armanckirina nûneratiyên diplomasiyê tiştên qebûlkirî nîne.
Sûdanî amaje da wê yekê jî ku, erkê hêzên ewlehiyê yên Îraqê û dezgehên hikûmetê parastina şandiyên diplomasî û pabendbûna bi lihevkirinên navdewletî ye ji bo parastina wan şandiyan.
Tekez li ser wê yekê jî kir ku, dê berhingarî wan kesan bibin ên ku destdirêjiyê dikin ser serwerî û seqamgiriya Îraqê.
Sibehiya îro, di 8ê Berfembar a 2023an de, êrişên mûşekî li Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê hatibû kirin û ji balyozxane hatibû ragihandin ku di encama wan êrişan de tu ziyaneke canî çê nebûye, lê daxwaz ji rayedarên Iraqê hatibû kirin ku şandiyên dîplomasiyê bên parastin.