TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdanî bo Macron: Berpirsên êrîşa li Hewlêrê hatin girtin

Admin L
Nivîskar
📅 09 nîsan 2026 09:36

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa el-Sûdanî bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivî. Di vê telefonê de, wî Macron agahdar kir ku berpirsên êrîşa li Hewlêrê, ku leşkerekî Fransî tê de hat kuştin, hatine girtin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku îro di navbera Sûdanî û Macron de hevdîtineke telefonê pêk hat. Di hevdîtinê de pêşketinên herêmî, tevî êrîşa li ser hêzên hevpeymaniyê li Hewlêrê, hatin nîqaşkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîr, her du serokan hewldanên rawestandina şer û pêkanîna agirbesteke mayînde ji bo parastina aramiya herêmî û cîhanî nirxandin.

Berpirsên êrîşa bi dron li ser Hewlêrê hatin girtin

Di vê axaftinê de, Sûdanî Macron agahdar kir ku êrîşa bi dron li ser baregeheke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li nêzîkî Hewlêrê ku bû sedema mirina efserekî Fransî pêk hatiye. Serokwezîr Sûdanî ji Serokê Fransayê re ragihand ku berpirsên êrîşê di encama operasyoneke serketî ya hêzên ewlehiyê yên Iraqê de hatine girtin.

Sûdanî herwiha pabendbûna hikûmeta Iraqê ya ji bo parastina serweriya qanûnê li hemû deverên welêt û parastina hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dubare kir.

Parve bike: