Cîhan
Sûriye: Balafira seha me ya hewayî îhlal bike, em ê lêxin
PeyamaKurd- Fermandariya navenda artêşa Sûriyê ragihand ku kî di derveyê qanûn de, seha wan ya hewayî îhlal bike, wê ew balafir bê xistin û navend fermanê bi wî awayî daye. Di beyana artêşa Sûriyê de de weha hat gotin:
“Her balafira ku seha me ya hewayî îhlal bike, wê weka balafira ku di seha me de îzna firê nehatiye dayîn bê qebûlkirin û weka dijmin bibe hedefa me. Çawa bê tesbît kirin, wê bê taqîbkirin û seha me çawa îhlal bike, wê bê xistin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan gotibû ku dibe em her wext dest bi operasyonê bikin.