TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye | Di êrîsa ser Idlibê de 6 kes hatin kustin, 15 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2022 18:39

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Sûriyê kampeke koçberan li Idlibê bombebaran kiriye û herî kêm 6 kes hatine kuştin.

Herwiha medya fermî ya rejîma Sûriyê jî li ser êrîşa ser Idlibê daye xuyakirin ku artêşa Sûriye û Rûsyayê bi balafiran pêgehên Desteya Tehrîr el-Şam bombebaran kirine.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê, artêşa Sûriyê 30 moşek avêtine navçeyên desthilata opozisyonê ku di nav de Kampa Meram a li Idlibê jî hebûye û ji bilî kuştina 6 kesan 15 kes jî hatine birîndarkirin ku di nav kuştiyan de du zarok û jinek hene.

Parve bike: