Sûriye: Em êrîşên Îranê yên ser Tirkiye û Azerbaycanê şermezar dikin
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, derbarê hewildanên Îranê yên ji bo hedefgirtina Komara xweser a Nexçîwanê bi balafirên bêmirov û avêtina moşekên balîstîk ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve şeramezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sûriye van êrîşên Îranê yên li dijî serweriya Tirkiye û Azerbaycanê bi tundî şermezar dike û hat destnîşankirin ku ev çalakî binpêkirina eşkere ya hiqûqa navdewletî ne. Herwiha wezaretê bal kişand ser metirsiya van geşedanan a li ser ewlehî û aramiya herêmî û bang li civaka navdewletî kir ku ji bo parastina aştiya herêmê berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Hêjayî gotinê ye, Îranê doh moşek avêtin bi ser qada asmanî ya Tirkiyê ve û hêzên NATOyê ew asteng kiribûn, îro jî bi balafirên bêmirov êrîşek li ser herêma Nexçîwan a Azerbaycanê hatibû kirin ku 2 sivîl birîndar bûn. Azerbaycanê berteka tund bo vê êrîşê nîşan dabû û xwestibû Îran lêborînê bixwaze, lê Îranê ew herdu êrîş jî red kirin.