Cîhan
Sûriye êrîseka rexneyî bir ser Qatarê
PeyamaKurd-Li hemberê Qatarê, Sûriye rexneyeka tund kir û got: Şerm jî nakin.
Rejîma Şamê rexneyên tund li Qatarê kir. Sedem jî ku balafirên Amerîka ji balafirgeha Qatarê ya bi navê El Udeydê rabûbûn û Sûriyuê bombe kiribûn.
Li ser êrîşên hewayî ji aliyê balafirên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ve bo ser Sûriyê, dewleteka ku kete ber êrîşên dewletên li dijî bombebaranê Qatar e. Balafira bombebaranê ya Amerîkayê B-1 Lancer, ji balafirgeha Qatarê bi hewa ketibû. Li ser wê rejîma Sûriyê bi fermî got ku Qatar di haleka wisa de ye ku ji xwe şerm nake.
Qatar, di serê salê de ragihandibû ku Amerîka wê baregeha Qatarê ya bi navê El Udeyd bike baregeheka daîmî ya Amerîkayê.