Sûriye û Urdun li ser vegerandina penaberan li hev kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen el Safadî ragihand, lihevkirinek wan heye ku bi hikûmeta Şamê re ji bo vegerandina penaberan hevkariyê bikin.
Do di çarçoveya serdana fermî ya Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El Sadî de bo Şama paytexta Sûriyê, rojeva sereke vegerandina penaberên Sûriyê bo welatên xwe bû.
Wezîrê Urdunî li Şamê bi hevtayê xwe yê Sûriyê Feysel Miqdad û Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya.
Esed da zanîn, vegera penaberên Sûrî di civînê de karê wan yê pêşîn e, Esed got, divê binesaziyê, hemû cûreyên nûavakirin û nûavakirinê ji bo vegera wan bên ewlekirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANA, Esed herwiha bal kişand ser wê yekê ku hemû tedbîrên dewleta Sûriyê hem li ser asta yasayî û hem jî di asta lihevkirinê de dibe alîkar ku baştirîn jîngeh ji bo vegera penaberan peyda bike û ev mijar "Pirsgirêkek tenê mirovî û exlaqî ye ku divê bi ti awayî neyê siyasetkirin."
Wezîrê Urdunê Safedî jî diyar kir, ew dixwazin têkiliyên dualî bi Sûriyeyê re xurt bikin da ku beşdarî vegera penaberên Sûriyeyê bibin.
Safedî got, divê veberhênanên navneteweyî yên li Sûriyeyê ji bo vegera xwebexş a penaberan bên zêdekirin û diyar kir, wan li hev kirine ku bi hikûmeta Şamê re di warên dualî yên ku ji bo vegera Sûriyeyiyan beşdar dibin, bixebitin.
Di hevdîtina wezîrê Urdinê li gel wezîrê derve yê Sûriyê Mikdad de, mijara penaberan di serê rojevê de bû.
Mikdad di civîna çapemeniyê ya piştî civînê de got, “Şerê Sûriyê li welatên derdorê jî bûye sedema gelek pirsgirêkan. Me li gel birayên xwe yên Urdunî çend mijar gotûbêj kirin, yek ji wan jî dosyaya penaberan bû.
Urdun yek ji wan welatan e ku herî zêde bandora şerê Sûriyê lê kiriye, ku di sala 2011an de destpê kir. Zêdetirî 1 milyon penaber li welêt dijîn, ku piraniya wan Sûriyeyî ne. Tirkiye herî zêde mazûvaniya penaberên Sûriyê dike, welatê herî zêde yê penaberan li cîhanê dihewîne ye.