Cîhan
Talîbanê êrîsî balafirxaneyê kir: Hemû sefer rawestiyan
PeyamaKurd – Çekdarên Tevgera Talîbanê Balafirxaneya Qendehar a Afganistanê bombebaran kir û sefrên balafirxaneyan rawestiyan.
Çavkaniyên herêmê ragihandine ku Talîbanê Balafirxaneya Qendeharê bombebaran kiriye û hemû geştên balafirxaneyê rawestiyane.
Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna hêzên Amerîka û NATOyê ji Afganistanê Talîbanê êrîşên xwe li dijî hêzên hikûmetê zêde kirine û beşeke mizin a Afganistanê xistine kontrola xwe.
Talîban hewl dide 3 bajarên mezin ên Afganistanê Herat, Leşkergah û Qendeharê jî kontrol bike û serweriya xwe ya bi giştî ragihîne.