TR KU SO
FB X
Cîhan

Tehliyeyên Îdlîbê destpêkirin

Admin M
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2018 21:35

PeyamaKurd- Li bajarê Îdlîbê li navçeyên Fua û Keferya ku di bin dorpêça muxalifan de ne, dest bi tehliya wan bi otobusan kirin. Kesên ku tên tehliyekirin layangirên rejîmê ne û jimara wan 6 hezar û 900 kesin.

Rejîma Esed jî hezar û 505 kesên sîvîl ku muxalifên Esed in, îzna wan da ku derbasî Îdlîbê bibin. Sîvîl û maxalif di ser Girê Eysê de tên tehliyekirin ku ev der li ser bajarê Helebê ye.

Bi vê bazara rizamendiya her dû aliyan, beldeyên Fua û  Kefreya ku ev 3 sale di bin dorpêça leşkerên muxalif de ne, wê bên valakirin. Xelkê her dû beldeyan xelkê şîa ne û heya niha dewletê alîkariyê di hewayê de digihand wan.

Parve bike: