TR KU SO
FB X
Cîhan

TEV-DEM: “Tirkiye mesela awareyan wek amûreke siyasî bikar tîne”

📅 14 tebax 2018 01:47

PeyamaKurd - Berdevkê Peywendiyên Dîplomatîk ê Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdên Sûriyê (TEV-DEM) Kemal Akîf ragihand: Kiryarên Tirkiyê li Efrînê pêşeroja hemû gelê Sûriyê rastî xeterê aniye.

Berdevkê Peywendiyên Dîplomatîk ê TEV-DEMê Kemal Akîf, di axiftinekê de bal kişand ser pirsa Efrînê û got: Kiryarên Tirkiyê li Efrînê pêşeroja hemû gelê Sûriyê rastî xeterê aniye. Raporên curbicur derbarê rewşa xirab û binpêkirina mafê mirovan yên li Efrînê belav bûne. Lê ev rapor hemî rastiyên ku ji aliyê Tirkiyê ve li Efrînê tê kirin, eşkere nake. Pêwîst e civaka navdewletî derheqê rewşa Efrînê bertekeke tund nîşan bide. Dengvedana civaka navdewletî dê destdirêjiya li ser Efrînê bişkîne.

Akîf, di axiftina xwe de destnîşan kir: Em dijberê guhertina demografiya navçê ne. Siyaseta nemirovanî li Sûriyê dûhatên xwe yên bi talûke hene. Hemî yên ku  li derveyî Sûriyê jiyan dikin, mafê xwe hene ku vegerin  welatê xwe. Lê Tirkiye mesela awareyan wek amûreke  siyasî bikar tîne û bi çarenivîsa wan dilîze.  Em dixwazin hemû awareyên Sûrî vegerin navçên xwe û li gorî xwesteka Tirkiyê û hin komên din reftarê nekin.

Parve bike: