The Guardian: Dibe ku desthilatî, piraniyê ji dest bide
PeyamaKurd- Ji ber ku hilbijartinên 14ê Gulanê li Tirkiyeyê nêzîk dibin, di çapemeniya biyanî de jî nirxandin û analîz tên kirin. The Guardianê jî li ser vê mijarê diyar kir ku Tifaqa Cûmhûrê, piraniya parlamenteriyê ji dest dide.
Di analîza The Guardianê de ku yek ji rojnameya girîng a Brîtanyayê ye, hat diyarkirin ku senaryoya ku Erdogan posta serokomariyê didomîne lê Tifaqa Cûmhûrê piraniya parlamenteriyê wenda bike, xeternak e.
Di analîzê de hat şîrovekirin ku îhtîmala ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û partiya wî AK Partî desthilatdariyê ji dest bidin, nemaze ji ber aboriyê, êdî "ne xeyal e."
Analîza rojnameyê, bi van hûrgiliyan dewam dike:
"Lê ji nişke ve bidawîkirina desthilatdariya Erdogan û AK Partiyê ya 20 salan ne karekî hêsan e. Pêşbirka serokomariyê ber bi hev ve diçe, tevî ku gelek rapirsî nîşan didin ku koalîsyona opozîsyonê dikare piraniya parlamentoyê bi dest bixe.
Heger opozîsyon nikaribe hem postê serokomariyê û hem jî piraniya parlamentoyê bi dest bixe, dê nikaribe reformên destûrî yên berfireh ku soz daye pêk bîne. Metirsiya ku Erdogan serokomar bimîne, heger partiya wî di parlamentoyê de têk biçe jî dikare bibe sedema kombûna hêzê ya di serokatiyê de. Ev yek jî destkeftiyên opozîsyonê pûç dike."