Cîhan
Tirkiye 8 DAÎSiyên Brtîtanî û Almanî vedigerîne welatên wan
PeyamaKurd Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku vegerandina çekdarên DAÎŞê ji bo welatê wan berdewam e û îro 8 DAÎŞî bo welatên wan têne vegerandin. Hat diyarkirin ku yek ji DAÎŞiyan hemwelatiyê Brîtanyayê ye û 7 kesên din jî hemwelatiyên Almanyayê ne.
Tirkiyê roja duşemê sê çekdarên DAÎŞê vegerandibûn Almanya, Amerîka û Danîmarkayê.
Herwiha DAÎŞiyek li ser sînorê Yunanîstanê hatibû dersînorkirin, lê Yuanîstanê deriyên xwe ji wî re venekiribû ku hat ragihandin ku dê ji bo Amerîkayê were vegerandin.