Cîhan
Tirkiyê di operasyona Pençe-Kilît de kustin û birîndarbûna 5 leskerên xwe ragihand
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di operasyona Pençe-Kilit a li nav sînorên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê berdewam dike de, 2 leşkerên wan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya MSBê de hatiye gotin, di encama êrîşeke bi roketan de leşkerî bi peyman Yunus Kalkan û Firat Canli can dane û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku leşkerê bi navê Firat Canli ji ber giranbûna birînên xwe li nexweşxaneyê can daye û dermankirina 3 leşkerên din jî berdewam dike.
Artêşa Tirkiyê ji şeva 18ê Nîsanê ve li dijî PKKê operasyoneke mezin li nav sînorên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin ku hîn jî berdewam dike.