Tirkiye: Em ji Fînlandiya û Îsweçê re derî nagrin lê sertên me hene
PeyamaKurd – Berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın li ser babeta endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê daxwuyanî da: Em deriyan nagrin.
Li ser mijarê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihand ku tewrê Tirkiyê di mijara endamtiya her dû dewletan de aşkeraye û weha got:
“Em ne di nav fikreka erênî de ne. Welatên Îskandînavî ji bo rêxistinên terorê bûye mêvanxane.”
Di pey vê axaftina Erdoğan de berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın ji bo ajansa Reutersê axifî û got:
“Me derî negirtiye. Tiştê divê bêkirin gelek zelale. Divê ji PKK ê re, ji tevgerên wan re, ji rêxistinên wan re, ji endamên wan re û hemû heyiyên wan re îznê nede. PKK di welatên Awrûpa de pere û endaman kom dike, bi taybetî hebûna wan li Îsweçê zêdeye.”