Cîhan
Tirkiye û Qatar ji bo rêvebirina balafirgeha Kabîlê bi Talîbanê re lihev kirin
PeyamaKurd –Tirkiye û Qatar di mijara birêvebirina balafirgeha Kabîlê ya Hamid Karzaî û 4 balafirgehên din yên li Afxanistanê lihevkirina pêş kirin. Li gor ragihandina televizyona El-Cezireyê heyeta Qatar û Tirkiyê duhî gihane Afxanistanê û li ser prensîban lihev kirine.
Ji bo peyman bênê îmzekirin her dû teref lihev kirine û wê komîteyên teknîkî ji her dû terefan bên avakirin.
Heyeta Tirkiyê û Qatarê wê ji Afxanistinê herin Dohayê û xebata xwe li wê derê dewam bikin.