TR KU SO
FB X
Cîhan

TPAO, dê di ava Bûlgaristanê de li petrol û gaza xwezayî bigere

Admin M
Nivîskar
📅 01 tebax 2026 13:16

PeyamaKurd – Şîrketa petrolê ya Tirkiyê ya netewî TPAO li Derya Reş di nav ava aîdê dewleta Bûlgaristanê de, di seha Xan Tervelê de wê li petrolê û gasa xwezayî bigere û %33 jî bûye ortaxê sehayê.

Encumena wezîran ya Bûlgaristanê di civîna xwe de biryara fermî ji bo lêgerîn û ortaxiya Tirkiyê biryarê daye.

Wezareta enerjiyê û çavkaniyên xwezayî ya Tirkiyê hûrahiya lêgerîn û ortaxiya sehayê ya petrolê belav kir. Şîrketa Shellê di seha Xan Tervelê ya 1-26an de rûxsatê sitendiye û dê operatoriya wê bike. Tirkiye jî bûye ortaxê wê.

Di hevpariya sehayê de Shell %42, TPAO % 33 û şîketa OMV xwediyê %25 par e. Lîsansa an ku rûxseta ku her sê şîrket sitendine ji bo 5 salaye. Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê di 18ê Sibata 2026an de peymanê girêdaye û firehiya sehayê 3,800 km2 ye. Bayraktar got:

“Seha navborî nêzî seha Sakarya ya gasa Tirkiyê ye. Erka sehayê di bin destê Bûlgaristanê de ye. Em jî bi Shellê re wekî ortaxekî ji bo xebata sîsmîkê û paşî belkî di sala pêşiya me de, bîrekî vekin û em xwediyê lîsansa ji bo 5 sala ne.”

Parve bike: