Cîhan
Trempêlekê da nava sivîlan: 9 kes hatin kustin!
PeyamaKurd- Li Çînê li Eyaletê Hunanê trempêlekê da nava sivîlan. Di encama bûyerê de 9 sivîl hatin kuştin û 46 sivîl jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Çînê li Eyaletê Hunanê li meydana bajêr trempêleke ku ajovanê wê berî niha jî ji êrîş û şewitandinê ceza xwaribû, da nava sivîlan. Di encama bûyerê de 9 sivîl hatin kuştin û 46 sivîl jî birîndar bûn.
Di pey bûyerê re, ajovan hate binçavkirin.
Heta niha daxuyaniyek nehatiye kirin ku ev êrîşeke terorî ye an na.