Trump bertek nîşanî êrişên Hûsiyan yên li ser Siûdiyê da
PeyamaKurd - Serokê DYAê Donald Trump, zêdebûna êrişên moşekî û dronan yên Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin yên li ser Erebistana Siûdiyê nirxand û got: "Hûsî pir xerab davran dibin, ev tiştekî baş nîne."
Trump dema ku ji bo çûna eyaleta Ohioyê ji Qesra Spî derdiket, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Li ser pirsa pênasîna gavan li dijî Hûsiyan, Serokê DYAê bal kişand ser tevgerên neyênî yên komê yên li herêmê.
Hûsiyan di rojên borî de gelek caran paytexta Erebistana Siûdiyê, Riyad, kirin armanc.
Ji ber êrişên li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid, geştên asmanî heta 17ê Cotmehê hatin rawestandin.
Di êrişên dawiya hefteyê yên li ser firokxaneyê de herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesî jî birîndar bûn.
Hûsî ji îlona 2014an ve kontrola paytexta Yemenê Sene û gelek parêzgehan di destê xwe de digirin, Erebistana Siûdiyê jî ji adara 2015an ve rêberiya koalisyona leşkerî ya bo piştgirîkirina hikûmeta Yemenê dike.