“Trump bi êrînî bû û em dixwazin pêre diyalogan dewam dikin”
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlîna Rûsyayê Dmitriy Peskov, ragihand ku di zîrwe ya G-20an de serokê Rûsyayê Valdimir Putin û serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtin kirine û tewrê Trump bi erênî bûye. Lewra Moskova di asta bilnd de, dixwaze bi Amerîkayê re diyalogên xwe bide dewamkirin. Peskov ragihandina xwe bo rojnamevanan kir weha kir:
“Em jî amade ne ku di mijarên îstîqrarê de, di mijara kêmkirina sîlihan de û di kontrola sîlihan de an di mijarên weha ciddî de amade ne ku hevdîtinên xwe dewam bikin. Bi giştî em dixwazin ku di asta bilind de diyalogên xwe bidin dewamkirin.”
Peskov got ku mijara Buhira Kerçê de Ûkraynayiyên ku hatin girtin, serbest berdana wan hatiye rojevê. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov di hinek mijaran de tîşkê xiste ser wan û weha got:
“Her du teref di mijarên navdewletî de yên ku di rojevê de ne, Sûriye, Ûkrayna û Îranê îstîşare kirin. Mijara Îranê bi bernameya nukleerî ve, bi Buhira Hurmizê re girtin dest. Halekî zahmete lê her dû alî ragihandin ku dixwazin mijar bi rêya dîplomasiyê çareser bibe. Mijara welatên Kendava Basrayê jî divê bi rêya diyalogan çareser bibe.”
Lavrov ragihand ku Putin ragihandiye; bo mijarên îstîqrara stratejîk amade ne ku bi Amerîkayê re hevkarî bikin û weha dewam kir:
“Serokê dewletê Putin gelek cara îfade kir ku ew amade ye di mijarên sîlihên stratejîk yên êrîşê de, mijarên îstîqrarê yên stratejîk û di mijara şerên herêmê de bikeve nav tevgerê û gelek cara aniye ziman. Amerîka çendîn bo van amade be, em jî bo hevkariyê amade ne. Her dû serok meyla wan li ser pêşdebirina diyalogan, di mijarên navdewletî de, di ewlekariya kureyî de erênîne. Naxwazin mijaran mezin bikin û ev tişteka gelek baş e.”