TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Em dixwazin dawî li şerê Hûsî û Siûdî bînin

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2026 18:01

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rezayî da xuyakirin ku ew dixwazin şerê di navbera Erebistana Siûdiyê û Hûsiyan de bi dawî bibe û diyar kir ku eger alî daxwaz bikin, ew amade ne ji bo avakirina aştiyê alîkariyê bikin.

Rezayî destnîşan kir ku ji bo destpêkirina muzakereyan divê DYA pêşî daxwazên Îranê di nav de serbestberdana samanên blokekirî û rawestandina şer pêk bîne.

Rezayî her wiha li ser mijara nukleerî ragihand ku ew vekişandina ji Peymana Belavnekirina Çekên Nukleerî (NPT) dinirxînin û hişyarî da ku di mijara parastinê de ew xalên qels ên artêşa Amerîkayê baş dizanin û dê bersivê bidin.

Ev daxuyaniyên îranê di demekê de tên ku aliyên peywendîdar bi navbeynkariya welatên mîna Qeter û Pakistanê hewl didin krîzê çareser bikin.

Parve bike: