TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump hinek fuzeyên Patriotan ji Rojhilata Navîn dibe

Admin M
Nivîskar
📅 27 îlon 2018 15:10

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku serokê Amerîkayê Trump wê hinek bataryayên fuzeyên Patriotan ji Rojhilata Navîn bibe deverên dinan. Ji Kuweytê 2 batarya, ji Urdun û Behreynê her welatek yek ji wan dê bibe.

Rojnama Wall Street Journal binkeya nûçeyê weka artêşa Amerîka nişan da û got wê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê meha pêşiya me, bataryeyan bibe. Ev jî nîşane ku Amerîka xwe ji herêmê piçekî dûr dixe.

Eger ev bibe wê Amerîka giraniya bêhtir xwe bide ser Rûsya û Çînê.

Parve bike: