TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump, namzedê xwe yê ji bo wezareta xezînê ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 23 mijdar 2024 19:27

PeyamaKurd -  Trumpê ku dê di serê salê de bibe serokê DYAyê yê nûh û dest bi kar bike, her rojê kesên ku dê bi wan re bixebite aşkera dike. Di nav wan kesan de îro jî navê wezîrê xezînê yê ayînde yê DYAyê aşkera kir.

Trump, di ser hesabê xwe yê medya civakî, di ser Trut Socialê de ragihand ku namzedê wezareta xezînê wê veberhêner û rêvebirê fonê Scott Bessent be.

Trump got ku Bessent yek ji veberhênerên li pêş yê dinyayê ye, stratejîstê jeopolitik û darayiye û mînakekî xewna Amerîkiya ye.

Parve bike: