TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Operasyona bejayî li ser Îranê "bêwate" ye

Admin İ
Edîtor
📅 06 adar 2026 12:43

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de li gel tora NBC Newsê, behsa qonaxa nû ya êrîşên li ser Îranê kir û nûçeyên derbarê destpêkirina operasyoneke bejayî red kirin.

Trump îdiayên Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçiyê ku digot hêzên Amerîkî ji bo êrîşeke ser erdê amade ne, wekî "şîroveyên bêwate" pênase kirin û diyar kir ku niha vebijarkeke wisa di rojeva wî de nîne.

"Wan her winda kiriye"

Trump destnîşan kir ku stratejiya wan a asmanî û deryayî bi ser ketiye û hêza leşkerî ya Îranê bi giranî hatiye şikandin. Wî got:

"Ev windakirina demê ye. Wan her tişt winda kiriye; hêza xwe ya deryayî û her tiştê ku dikaribûn winda bikin, winda kirine."

Trump bîr anî ku lez û dijwariya êrîşên asmanî dê bi heman rengî berdewam biin heta ku armancên wan pêk werin.

Serokê Amerîkayê bi zimanekî zelal ragihand ku armanca wî ya sereke hilweşandina temamî ya avahiya serokatiya niha ya Îranê ye.

Wî got ku ew naxwazin tu kes sîstema kevin ji nû ve ava bike, lê berevajî vê, ew dixwazin "rêberên baş" bên ser desthilatê.

Trump eşkere kir ku di hişê wî de hin nav hene ku dikarin vî karî bikin û Washington gavan diavêje da ku piştrast bibe ku ew kesên di bin çavdêriya wan de ne, ji vê pevçûnê sax û silamet derkevin.

Ev daxuyanî nîşan didin ku rêveberiya Trump li şûna dagîrkirina bejayî, giranî daye ser "guhertina rejîmê" bi rêya operasyonên asmanî yên sîstematîk û piştgirîkirina alternatîfên siyasî yên li hundirê Îranê.

Parve bike: