Cîhan
Trump pesnê Îsraîlê da: Hevalbenda mezin û zîrek!
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li eniya Libnanê tevî agirbesta demkî ya 10 rojî aloziyên li ser sînor berdewam dikin.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku di encama rûbirûbûnekê de li başûrê Libnanê leşkerekî wan ê bi navê Lidor Porat hatiye kuştin û 9 leşkerên din jî birîndar bûne. Bi vê yekê re, hejmara leşkerên Îsraîlî yên ku ji 2yê Adarê ve di şerê Libnanê de hatine kuştin gihîşt 15 kesan.
Serokê Amerîkayê Trump jî di peyamekê de pesnê artêşa Îsraîlê da û ew wekî "hevalbendeke mezin û zîrek" pênase kir.