Trump: Ti welatek nêzî hejmara testên me nebûye
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser zêdebûna hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê li Amerîka got, ew dê hemû hewlên xwe bidin ji bo çavdêrîkirina xelkê û testên pizîşkî jî ji welatiyên xwe re bikin.
Donald Trump ragihand, belavbûna vîrusê bi awayê niha ne şaşiya ti kesî ye, lê wan biyareke baş daye ku her zû rê nedan xelk ji Çînê bihêne Amerîkayê.
Trump ragihand, her çawa be ew çavdêriya xelkê û karkerên xwe dikin û pişkinînên tenduristî ji wan re dikin.
Serokê Amerîkayê pêngavên kabîneya xwe di rûbirûbûna vîrusa koronayê de bilind nirxand û got: “Me zêdetir ji hemû welatan test kiriye, niha em bêtir ji her kesî pişkinînan dikin, heta ti kes nêzîkî wê hejmarê jî nîne ku em dikin, herwiha testên me baştir û bi hûrgilî ne.”
Saziya Tendirustiya Cîhanî (WHO) çend roj berê hişyarî da ku Amerîka dibe navenda nû ya belavbûna Covid-19 ku niha rêjeya herî zêde ya belavbûna vê vîrusê li Ewropayê ye.
Li gor amarên fermî, heta niha li Amerîkayê 85 hezar û 594 kes bi vîrusê ketine û bi vî awayî Amerîka di hejmara tûşbûyan de ketiye pêşiya Çînê.
Heta niha Amerîkayê 1,300 kesan jî ji Covid-19 can daye û 1,868 kes jî baş bûne.