Cîhan
Ukrayna: Agirek li meydana wêstgeheke atomî ya li Zaporijya derket
PeyamaKurd – Dezgeha Hawarçûnê ya Ukraynî daxuyaniyek belav kir û diyar kir, Berevaniya Şaristanî bi kontrolkirina şewata li nêzîkî wêstgeha çekê atomî ve mijûl in, tu ziyaneke canî jî nehatiye tomarkirin.
Li gor Dezgeha Hawarçûnê ya Ukraynî da zanîn, ji ber bombebarana hêzên Rûsyayê, agirek li meydana wêstgeheke atomî ya li Zaporijya derket, bêyî ku tu tîrêjek ji wan wêstgehên atomî derkevin.
Herwiha berdevkê ofîsa wêstgeha atomî Andrew Tuz destnîşan kir: “Tu tîrejeke metirsîdar ji wan wêstgehan derneketine, kamerayên çavdêriya dîmena bilindbûna dûmanan tomar kirine.”