TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukraynayê eskere kir: Gera bê ya mizakereyên bi Rûsya re li Tirkiyê pêk tê

Admin H
Nivîskar
📅 27 adar 2022 22:44

PeyamaKurd - Êrîşa artêşa Rûsya ya ser Ukraynayê ya ji 24ê Sibatê ve dest pê kiriye dewam dike û li aliyekî din jî danûstandinên aştiyê yên herdu aliyan didomin.

Hat ragihandin ku wê gera nû ya mizakereyên navbera Kîev-Moskowê di navbera rojên 28-30yê Adarê de li Tirkiyê bên kirin.

Li gorî ragihandina televizyona fermî ya Çînê CGTNyê, nivîsgeha Seroktiya Ukraynayê ragihandiye ku wê gera bê ya danûstandinên Ukrayna-Rûsyayê li Tirkiyê pêk werin.

Li aliyê din endamê şanda danûstankar a Ukraynayê David Arakhamia jî li ser facebookê ragihandiye ku hevdîtinên Ukrayna-Rûsyayê sibe dest pê dikin û gotiye, ji bo gera bê ya mizakereyan jî biryar hatiye dayîn di 28-30yê Adarê de li Tirkiyê werin encamdan.

Parve bike: