TR KU SO
FB X
Cîhan

VÎDEO | Li Tehranê dijî rejîma Îranê xwepêsandanan dest pê kir: ‘Bimre dîktator!’

Admin H
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2021 19:50

PeyamaKurd – Piştî 11 rojên xwepêşandanên eyaleta Xuzistanê û navenda wê Ehwazê xwepêşandan derbasî eyaletên din ên Îranê jî bûn û îro li Tehranê jî xwepêşandanan dest pê kir ku diruşmên rejîma dîktator hatin qêrîn.

Li gorî ragihandina BBC û dezgehên medyayî yên din ên cîhanê xwepêşandan li paytexta Îranê Tehranê jî belav bûne û kurtevîdyoyên ji xwepêşandanên xelkê li ser kolanên Tehranê hatin belav kirin.

Hat ragihandin ku îro roja Duşemê li Tehranê bi sedan kes rijiyane ser kolanan û dest bi xwepêşandanê kirine û li dijî rejîmê û dirûşme berz kirine.

Di vîdyoyên hatine belavkirin de tê dîtin ku xwepêşander dibêjin, ‘Mirin ji bo dîktator’ û daxwazê ji polîsan dikin ligel xelkê bin ne ligel desthilatdaran.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 11 roj berê li eyaleta Xuzistanê ji ber nebûna xizmetguzarî, av û elektrîkê xelk daketibûn kolanan û xwepêşandan derbasî Îsfahan, Loristan û Kirmaşan û Tebrîzê jî bûbûn ku hîn jî berdewam dikin.

Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku di wan xwepêşandanan de heta niha 10 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Parve bike: