Vîdeo | Trump destê wê negirt, Pelosî jî gotara Trump a salê çirand û avêt
PeyamaKurd – Seroka Meclîsa Nûneran a Partiya Demokrat Nancy Pelosî piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump gotara salane ya ser rewşa Amerîka pêşkeş kir, rabû kopyeyên wê gotarê li ser dikê çirandin û avêtin.
Dîmena ku Trump destê xwe neda Pelosî û çirandina gotarê kete rojeva Amerîkayê.
Trump berî axaftina xwe dest neda Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosî û wê jî destê xwe bilez ji Trump kişand.
US news Nancy Pelosi rips up State of the Union speech after Donald Trump snubs handshake https://t.co/8zPUK7NtQR pic.twitter.com/nEHcc78BsD
— The Guardian (@guardian) February 5, 2020
Di dawîya axaftina Trump de jî Pelosî tola xwe hilda û kopîyeke metna Trump çirand.
Herwiha hin nûnerên Demokrat dema Trump diaxivî ji Civata Nûneran derketin û guhdariya Trump nekirin.
Civata Nûneran, ku piranîya wê Demokrat in, di meha Kanûnê de biryar dabû ku Trump ji kar were xistin ku Nancy Pelosî seroktiya wê dike.