TR KU SO
FB X
Cîhan

Vîdyoya dawî ya berî mirina Prigojin hat belavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 31 tebax 2023 22:36

PeyamaKurd – Vîdyoya dawî ya serokê Koma Wagner a Rûsî Yevgeniy Pirgojin a beriya mirina wî ya di ketina balafirê de hate belavkirin.

Di vîdyoya ku li ser hesabên Wagner ên Telegramê hatiye belavkirin de, Prigojin dibêje ku ew li Afrîkayê ye û tê gotin, vîdeo beriya ketina balafira wî di 23yê Tebaxê de, sê çar roj berê hatine tomarkirin.

Prigojin di vîdyoyê de behsa gefan û ewlehiya xwe dike û dibêje; “Niha li Afrîka me, dawiya hefteya duyem a Tebaxê ye… Ji bo yên dixwazin min ji holê rakin, jiyana min a taybet, pereyên min qezenc kirine, biaxivin dibêjim, her tişt di rêya xwe de diçe.”

Hêjayî gotinê ye, Kremlîn hemû îdiayên ku bi fermana Pûtîn balafira serokê Wagner hatiye xistin ed dike.

Parve bike: