Wagnerê, sonda tolhildanê xwar!
PeyamaKurd- Piştî agahiya mirina Serokê Koma Wagnerê Prigojin, endamên koma çeteyên Wagnerê bi peyameke vîdeoyî sonda tolhildanê xwar.
Piştî ku Ajansa Veguhestina Asîmanî ya Federal a Rusyayê (Rosaviatsiya) ragihandibû ku damezirînerê Wagnerê Yevgeny Prigojin di balafira ku duh ketibû de jiyana xwe ji dest dabû, koma Wagnerê sonda tolhildanê xwar.
Hin endamên çeteyên koma Wagnerê, di vîdeoya tolhildanê ya ku piştî agahiya mirina Prigojin belav kiribû de wiha got:
"Gelek îdia hene ku Koma Wagner dê niha çi bike. Divê ez ji we re bibêjim ku em dest pê dikin. Hûn xwe amade bikin."
Di lîsteya rêwiyên balafirê de alîkarê Prigojin û yek ji damezirînerên Wagnerê Dmitriy Utkin û Sergey Propustin, Yevgeniy Makaryan, Aleksandr Totmin, Valeriy Cekalov, Nikolay Matuseyev hebûn.
Hat ragihandin ku 3 personelên ku jiyana xwe ji dest dane Aleksey Levşin, Rustam Karimov û Kristina Raspopova ne.