Cîhan
Wê ezmûnên zankoyan rû bi rû neyên kirin
PeyamaKurd- Di zankoyên Tirkiyê de bi sedema berlêgirtina Kovid-19 ê wê ezmûnên dawiya salê bi sipartek û projeyan bên temamkirin. Rêxistina Xwendina Bilind ya Tirkiyê YÖK, li ser şîreta wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê biryara xwe da û di şûna ezmûnên rû bi rû de, rêyên alternatîv nîşanî zankoyan da.
Eger herkes li zankoya xwe bikeve ezmûnan divê car din bo wan cîh bên çêkirin, bo çûn û hatina xwendevanan divê alavên gihandine weka otobus, mînîbus û hwd. bên amadekirin ku ev jî tê vateya wê herkes bikeve nava hev û bibe qelebalix ku ev jî bo belavbûna Kovid-19 ê xetere.