Wê Holanda bajarokê Hewîceyê jî nû ve ava bike
PeyamaKurd – Bajarokê Hewîce yê bi ser parêzgeha Kerkûkê ve ku derveyî îdareya Herêma Kurdistanê maye, sala 2015an di êrîşa ser DAIŞê ya asmanî balafirên F-16ên Holandî yên hevpeymaniya navdewletî de ruxiyabû.
Wezareta Berevaniya Holandayê ragihand ku wan ji bo avadankirina bajarokê Hewîceyê ku di wê êrîşa sala 2015an de 70 sivîlan jî can dabû, 4 milyon euro terxan kiriye.
Hat ragihandin wê bajarok bi hevkarî û çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di nav sal û nîvê de, tevî xetên elektrîkê bi tevahî ji nû ve were avadankirin.
Herwiha wezareta berevaniya Holandayê ji bo qerebûkirina sivîlên di êrîşa asmanî de can dane jî ‘qerebûkirina bi dilxwazî’ qebûl kir û xwe da ber ji nû ve avakirina bajarokê Hewîceyê.
Hêjayî gotinê ye, balafirên F-6 yên Holondayê 3yê Hezîrana 2015an li Hewîceyê êrîşeke asmanî bi ser DAIŞê de pêk anîbûn û kargeheke teqemenîyan ya DAIŞê hatibû îmhakirin.
Piştre derketibû holê ku di wê êrîşê de 70 sivîlan jî can daye û bajarok tevî 400 xaniyan wêran bûye.