TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Amerîkayê, çû Kievê

Ruken güler
Nivîskar
📅 06 îlon 2023 17:41

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Amerîkayê de hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antoniy Blinken, îro çû paytexta Ukraynayê Kievê.

Di agahiyên hatin dayîn de hat destnîşankirin ku Antony Blinken, di van kêliyan de derbasî Kievê bûye û dê ligel Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy bicive.

Her wiha tê çaverêkirin ku Blinken, hevdîtinekê ligel Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Dmitro Kuleba jî bike.

Her wiha li gorî agahiyên ku ji aliye rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ve ji çapemeniya Amerîkî re hatin ragihandin, tê çaverêkirin ku di serdana Blinken de zêdetirî 1 milyar dolar alîkariya nû ji Ukraynayê re were dayîn.

Hat zanîn ku Blinken ê ku ji destpêka şerê Ukraynayê vir ve cara 4emîn serdana Kîevê kir, dê 2 rojan li herêmê bimîne.

Parve bike: