TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Amerîkî: Dawiya şer teslîmbûna bêşert a Îranê ye

Admin H
Nivîskar
📅 09 adar 2026 17:07

PeyamaKurd - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê li gorî planan bi rê ve diçin û ew nêzîkî bidawîbûna erkê xwe dibin.

Hegseth ji kanala CBS re axivî û got, "Em bi temamî li ser rêya planên xwe ne. Ez çûme baregeha Fermandariya Navendî (CENTCOM) û ez dikarim bibêjim ku her tişt li gorî dema diyarkirî bi rê ve diçe."

Wezîrê Şer ê Amerîkayê diyar kir ku ev şer ji aliyê hevsengiya hêzê ve bi ti awayî ne wekhev e û wiha axivî: "Dema ku hêzên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê dibin yek, hêza asmanî ya herî bihêz a cîhanê pêk tînin. Şiyana me ya ji bo armancgirtin û têkbirina navendên leşkerî bi cebilxaneyên giran ên wekî bombeyên 500, 1000 û 2000 poundî gelekî bilind e."

Hegseth diyar kir ku hîn qonaxa dijwar a operasyonan a bi van cebilxaneyên mezin bi temamî dest pê nekiriye û destnîşan kir ku dê di vê qonaxê de bandorên wêranker ên li ser hêza leşkerî ya Îranê zêdetir derkevin holê.

Hegseth li ser pirsa ‘wê şer kengî û çawa biqede?’ jî bal kişand ser stratejiya Serokê Amerîkayê Donald Trump  û ragihand ku tenê vebijêrka li pêşiya Tehranê teslîmbûna bêşert e.

Wezîrê Şer got, "Wateya teslîmbûna bêşert ew e ku em dê şertan diyar bikin. Dê demek bê ku dê ji xeynî têkçûna leşkerî û bêbandorbûnê ti vebijêrkên wan nemînin."

Parve bike: