TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Berevaniyê yê Polonyayê: Balafirên F-15 yên Amerîkî daketin bingeha me ya esmanî

Admin L
Nivîskar
📅 11 sibat 2022 13:31

PeyamaKurd – Li Polonya ji ber aloziya Ukrayna û Rûsya, Amerîka û Brîtanya leşkerên xwe zêde dikin. Herî dawî Reutersê ji zarê Wezareta Berevaniyê ya Polonyayê ragihand, balafirên F-15 yên Amerîkî, do Pêncşemê daketine bingeha esmanî ya Polonyayê.

Wezîrê Berevaniyê yê Polonyayê Mariusz Blaszczak ji ser Twitterê eşkere kir, balafirên F15 yên Amerîkî daketine bingeha esmanî ya li Laskê û ew ê piştgiriya baskê rojhilat yê NATO bikin. Lê Blaszczak eşkere nekir ku çend balafirên F-15 daketine bingehê.

Heriwha Amerîka ji welatên Baltikê re jî balafirên F-15 şandibûn.

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace roja Pêncşemê da zanîn, ew ê roja Duşemê li Polonya 350 leşkeran bi cîh bikin.

Wallace diyar kir, ger pêwîst be ew ê ji bo hevbendên xwe yên li rojhilata Ewropa bêtir hevbendan bişînin.

Parve bike: