Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê John Healey îstifa kir
PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê John Healey ji ber nakokiyên bi serokwezîr Keir Starmer re li ser xercên parastinê karvekêşana xwe ragihand.
Healey got ku serokwezîr derbarê pêşniyara xwe ya ji bo xurtkirina hêza leşkerî de “negihaştiye wê astê ku bi vê rewşê re rabe”.
Tê çaverêkirin, Keir Starmer di demeke nêzîk de hûrgiliyên planê eşkere bike. Li gorî hin agahiyan, plan piştî nakokiyeke di navbera nivîsgeha serokwezîr, Wezareta Bergiriyê û xezîneyê de, hatiye sivikirin û guhertin li ser hatine kirin.
Healey di nameya bo Starmer de diyar kir ku plana veberhênana parastinê "ji tiştê ku ji bo parastina welêt di vê dema krîtîk de hewce ye, pir kêmtir e”.
Healey got: "Bêyî planeke ku bersiva mezinbûna kêliyê bide, ez xwe neçar dibînim biryarên ku amadebûna hêzên me kêm bikin û xetereyên li ser kesên beşdarî operasyonan dibin zêde bikin û dibe ku welat kêmtir ewle bikin, bidim."