TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê dadê DEM Partiyê tehdîd kir: Eger xwe ji PKKê dûr nexin wê mecbûr bê girtin

Admin M
Nivîskar
📅 24 nîsan 2024 01:44

PeyamaKurd – Di meclisa Tirkiyê de ji bo pîrozbahiya 23ê Nîsanê ya roja zarokan de resepsiyon hat çêkirin û di resepsiyonê de wezîrê dadê Yılmaz Tunç li ser DEM Partiyê axifî. Tunç got:

“Eger DEM Partî mesafe nexe navbera xwe û terorê û bi taybetî li hemberê terorê tewrê xwe nîşan nede, eger destekê bide terorê, wê girtina DEM Partiyê mecbûrî be.”

Parve bike: