Cîhan
Wezîrê Dadê: “Di zîndanan de koronavîrus nîne”
PeyamaKurd- Wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gül li ser mijara koronavîrusê ku di zîndanên Tirkiyê de heye an na, ragihand ku ti kes heya niha bi koronavîrusê neketiye. Gül weha got:
“Heya niha ji girtiyên me yên di zîndanan de testa ti kesî posîtîv nederketiye.”
Niha di zîndanên Tirkiyê de di ser 200 hezar kesî de zîndanî hene.