TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Îranê bi twîtekê bersiva twîta Trump da: Nikare…

Admin H
Nivîskar
📅 20 gulan 2019 19:36

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf  bersiv da daxuyaniya şevê din a Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû, “Heke Îran şer dixwaze ev dê bi fermî dawiya wê be. Car din Amerîkayê tehdît neke!.”

Zerîf li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Terora aborî û zorbatiya xwekujî nikare dawiya Îranê bîne.’’

Wezîrê Îranê Cewad Zerîf wiha got: “Donald Trump bi tîma şêwirmend John Bolton ve hêvîdar e wan armancan pêk bîne ku Îskenderê Makedonî, Cengîzxanê Moxolî û zalimên din nekarin bikin.”

Zerîf herwiha got: “Îran bi hezaran sal e bihêz maye. Di demeke ku hemû zalim ji nav çûne, bi terora aborî û zordariya xwekujî nikare dawiya Îranê bîne.’’

Parve bike: