Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê gefa êrîşên li ser Lubnanê berfireh bike dixwe
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz hikûmeta Lubnanê hişyar kir ku artêşa Îsraîlê wê çarçoveya operasyonên xwe yên leşkerî berfireh bike ger Beyrût sozên xwe bi cîh neyne.
Li gorî agahiyên ku ji hêla Korporasyona Weşanê ya Îsraîlê (KAN) ve roja Yekşemê, 19ê Nîsana 2026an hatine ragihandin, Wezîrê Parastinê Katz got, "Divê her avahî an rêyek li Lubnanê ku guman tê kirin ku cebilxane an teqemeniyên destçêkirî (IED) tê de hene were hilweşandin."
Katz herwiha tekez kir ku talîmat ji artêşê re hatine dayîn ku ji bo ewlehiya leşkerên xwe bi rêya bejahî û hewayî tevbigerin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê bal kişand ser aliyekî nû û got, "Divê operasyon berfireh bibin bo deverên li hundirê Lubnanê ku çekên dijî-tank lê hene", û hişyarî da ku artêş wê bi tundî bersiv bide ger hikûmeta Lubnanê sozên xwe bi cîh neyne.
Ev alozî piştî daxuyaniya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di 16ê vê mehê de ku serokên Îsraîl û Lubnanê li ser agirbestek 10 rojî li hev kirine, tên.
Li gorî şertên peymanê, agirbest wê 10 rojan bidome û bi razîbûna her du aliyan dikare were dirêjkirin. Li gorî şertan, Îsraîl wê mafê xweparastinê li hember her gefê hebe, lê Libnan wê mecbûr be ku pêşî li her êrîşek li dijî Îsraîlê bigire. Di bin çavdêrî û navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, tekane aliyê berpirsiyarê parastina ewlehiyê wê hêzên ewlehiyê yên fermî yên Lubnanê bin.